CîhanNûçeRojhilatanavin
Li Pakîstanê bûyereke teleferîkê: 11 kes mirin
Li bajaroka geştiyaran a Marî ya Pakîstanê de teleferîka ku gundî hildigirt kabloya wê qetiya û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya rayedarên lêgerîn û rizgar kirinê de hat diyar kirin, teleferîka ku 30 kîlometre li paytext Îslamabadê dur, 120 metreyan de ket xwerê.
Rayedaran diyar kir ku di bûyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kir. Bajaroka Marî her sal bi hejmareke mezin ji aliyê geştiyarên herêmî û biyanîve tê serlêdan kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)