IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama operasiyona azadkirina Mûsilê

Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê çend navçên din jî ji destê terorîstan azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Firat, Ebdul-Emîr Yarullah qumandê operasiyona Nêynewayê li daxûyaniyekê ragihand; Yekîneyekî xebata dijî terorîzma Iraqê ragihand, navça El-Kerameya başûrî, Yûnês El-Sebawî û El-Întesar û Yafa li Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê ji destê terorîstan azad kirin.

Hêzên iraqî li ser avahiyên van navçan alaya Iraqê danîn.

Erkantiya qumandetiya polîsê federal ê Iraqê ragihand ku 15 terorîstên DAIŞ`ê ji wan serkirdeyekî terorîstan li êrişa hêzên iraqî li başûra rojhilata Mûsilê hatine kuştin.

Hevgavê vê yekê çavkaniyên amerîkî hin nûçe li ser zîndîbûna Ebûbekir El Bexdadî, serkirdeyê sereke yê koma terorîst a DAIŞ`ê weşandin.

Hin çavkaniyên xwecî li parêzgeha Neynewayê, beriya niha ragihandibûn ku El Bexdadî li navçeyeka rojavaya vê parêzgehê hatiye dîtin.

Di eynî demê de koma terorîst a DAIŞ`ê, berpirsyariya du teqînên terorîstî  yên roja şemiyê li Bexdaya paytexta Iraqê girte ustiyê xwe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu