NûçePakîstanRojhilatanavin

Li Pakistanê êrîşa bibombe: 8 kuştî, 26 birîndar

Li Lahora paytextê eyaleta Pencapê ya Pakistanê li hemberî tirbeya sofiyan êrîşeke bibombe hat kirin. Di êrîşê da jê 5 polês 8 kes mirin, herî kêm 26 kes jî birîndar bûn. 

Midûrê Ewlehiya Eyaleta Pencapê Arif Nawaz daxuyand wesayîta polêsan a ku li ber Tirbeya Data Darbarê ewlehiyê diparast hedef hat girtin.

Êrîş di saet 08.45an da li hemberî deriyê duyem ê tirbeyê ya ku jin dikevin hundir dijî polêsan hat kirin.

Di êrîşê da jê 5 polês, 8 kes mirin û herî kêm 26 kes jî birîndar bûn. 

Di êrîşa ku qasî 8 kilogram teqemenî hat bikarnanîn da paceyên avahiyên li der û dorê şikestin. Piştî bûyerê li der û dora nexweşxaneyan, tirbeyê û rêyên diçin van cihan tevdîra ewlehiyê hat zêdekirin.

Xalid Gondalê Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê yê Qral Edward got cesedê êrîşkar jî di nav da cesedê 9 kesan anîne nexweşxaneyê. Ji 26 kesan rewşa 4 kesan jî giran e.

Li gor nûçeyên çapemeniya Pakistanê Talibana Pakistanê berpirsyariya êrîşê hilda li ser xwe.

Başa dön tuşu