ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Dr. Rehmanî-Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê kêfxweşîya xwe dîyar kir û got: Ewlehî û istiqrar û geşatîya aborîyê li bazarên navçê yê ser xêra welatên cînar be û haya me ji erka me ya qahîmkirina van peywendîyana heye.

Kargêrê polîtboroya Yêketîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê li hevdîtina ligel wezîrê karên hundur ê Îranê li ser qahîmkirin û kûrkirina peywendîyên Herêma Kurdistana Iraqê û Komara Islamî ya Îranê sekinî.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya wezareta karên hundur a Îranê, li vê hevdîtinê Rehmanî-Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê, li ser pêwîstîya tifaqa gelên misilman ên navçê jibo sekinîna li hemberî dîyardeya fanatîsm û têrorîsmê sekinî û got: Em piştgirîya ji misilmanên cehanê erka xwe ya bawerî, inqilabî û insanî dizanin û jibo dewlet û gelê Iraqê hêvîya tifaq, ewlehî, aştîya mayinde û pêşketina li warê aborîyê dikin.

Wezîrê karên hundur ê Îranê jî peywendîyên Îran û Iraqê li hemî waran nemaze li warê aborîyê ber bi pêşketinê wesif kirin û got: Walîyên deverên sînorî hatine erkdarkirinê ku peywendîyên aborî û ticarî yên xwe ligel parêzgehên hevsînor ên welatên cînar berfire bikin.

Mele Bextiyar kargêrê polîtboroya YNK`ê di vê hevdîtinê da amajeyî rola girîng a wezareta karên hundur li bihêzkirin û berfirekirina peywendîyên ligel cînaran nemaze ligel Iraqê kir û ji ber hevdîtina ligel Dr. Rehmanî-Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê kêfxweşîya xwe dîyar kir û got: Ewlehî û istiqrar û geşatîya aborîyê li bazarên navçê yê ser xêra welatên cînar be û haya me ji erka me ya qahîmkirina van peywendîyana heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu