NûçePakîstanRojhilatanavin

Li Pakistanê êrîşa li dijî polîsan: 3 mirî

Hat ragihandin ku milîtanên Talîbana Pakîstanê (TTP) li eyaleta Khyber Pahtunhah a Pakîstanê êrîşî wesayîta polêsan a li dewriyeyê dikirin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Newsê, li navçeya Îraqabad a bajarê Novşerayê, çekdarên bi motorsîkletê êrîşî wesayîta polêsên ku dewriye dikirin, kirin. Di êrîşê de 3 polîs hatin kuştin.

Rêxistina terorê Talîbana Pakistanê (TTP) berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.Piştî ku TTP’ê agirbesta bi hikûmeta Pakîstanê re bi dawî kir, li seranserê welêt êrîş zêde bûn.

TTP’ê di 28’ê Mijdarê de di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de ragihandibû ku agirbesta ku di 10’ê Gulanê de bi rêveberiya Îslamabadê re hatibû destpêkirin bi dawî bûye û ferman daye çekdarên xwe ku li seranserê welêt êrîşî hêzên ewlekariyê bikin.

Başa dön tuşu