NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Palmîra, gorrek komî hat dîtin!

Li bajarê kevnar ê Sûriyê, Palmîra, ku çend roj berê ji destê DAIŞê hat derxistin, gorrek komî hat dîtin.

Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, ragihand, dema tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan li nav bajarê Palmîra mijûlî kar bûn, rastî gorreke komî li rojhilatê bajêr hatin.

Li gorî ajansê, di wê gorrê de derdora 40 kuştî hene ku 20 jê jin û zarok in. Tê gotin ku îhtimal heye hinek gorrên komî yên din jî li nav bajêr hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu