Li parêzgeha Dêrazorê 25 terorst hatin kuştin
Çavkaniyên meydanî raghandin ku artêşa Sûriyê bi piştgiriya komên berevaniya gelanî bi komên terorîstî re li erdora Dêrazorê ketin poevçûnê. Terorîstên hanê cardinê êriş kirin ser meqera artêşa Sûriyê li derdora parêzgeha Dêrazorê ku êrişa wan jî hat bêencam kirin.
Artêşa Sûriyê li vê operasyonê hejmarek ji terorîstan kuştin û hinek çek û sîlehên wan jî têk birine.
Hêzên çekdar ên Sûriyê heftiya buhurî jî êrişa koma terorîstî ya DAIŞ`ê ser meqerên xwe li derdora başûrê rojhilata parêzgeha Dêrzzorê bêencam kirin.
Terorsîtên hanê êriş kiribûn ser meqera artêşa Sûriyê li derdora gundên Beqîşê û Qerîbê ku êrişa wan hat bêencamkirin.
Li encama vê pevçûnê 25 terorst hatin kuştin, gelek çek û sîleh û trimbêlên hilgirê kelûmelên wan ên giran hat têk birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)