ÎranNûçeRojhilatanavin

Hind tevî zextên Amerîkayê nifta Îranê dikire

Rayedarekî payebilind ê Hindê got ku şirketên dewleta vî welatî ji bo meha Mijdarê ji Îranê nift kirrîne.

Rojnama Business Standard a Hindê ji zarê Sancî Sodîr serokê çiqa Hevkarîyên Navnetewî ya Wezareta Nifta Hindê nivîsî ku Îran ji berê va dabînkirekî girîng ê niftê ji bo Hindê ye û ji bo Dêhlîya Nû ewlehîya enerjîyê girîng e.

Hind sedî 80`yê nifta pêwîst ji derve dikire.

Palavgehên niftê yên Hindê di meha Cotmehê de nêzî 10 milyon ton nifta xav ji Îranê wergirtine.

Hind di halekî de kirîna niftê ji Îranê didomîne ku Waşîngtonê ji Dêhlîya Nû xwestibû bi merema zordayîna ser Têhranê niftê ji Îranê nekirin.

Berî vîya welatên wekî Tirkîye, Japon û Çînê jî ragihandin ku guh nadin boykotên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî pêşeya nifta Îranê.

Amerîkayê heta 4`ê Mijdarê derfet daye bikirên nifta Îranê ku êdî niftê ji Îraên nekirin.

Başa dön tuşu