IraqNûçeRojhilatanavin

Li parêzgeha Kerbelayê bûyerêk bixwin: 51 kes birindar bûn

Wezîrê karên hundur ê Iraqê, îro sêşemê ragihand: Li xwenîşandan û nerizamendiyên duh ên li parêzgeha Kerbelayê, herî kêm 51 hêzên ewlehiyê yên iraqî birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Someriye News`ê, Qasim El Erecî, wezîrê karên hundur ê Iraqê got: Divê gel xwestekên xwe bi awayekî aştiyane raber bikin û bixwezin. Wezîrê karên hundur ê Iraqê, di eynî demê de hişyarî da: Wê li gorî qanûnê li hemberî alozîçêkirên ku êrişî hêzên ewlehiyê yan saziyên dewletî kirine bisekinin.

Di eynî demê de xwenîşanderên iraqî, roja sêşemiyê riya ber bi navça niftzêm a Zûbeyrê li parêzgeha Besrayê li başûrê Iraqê girêdan.

Hejmarek ji bajarên başûrê Iraqê ji hefteya buhurî ve heya niha ji ber nebaşbûna rewşa xizmetgihandin û gendeliyê bûye qada nerizamendiyên gelanî.

Başa dön tuşu