ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Siûdiyê: Em balyozxaneya xwe li Sûriyê venakin

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil El Cubêr ragehand ku, di dema niha de balyozxaneya xwe li Şamê venakin û helwesta wan li himberî Sûriyê nehatiye guhertin.

Di çarçoveya gongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergyî Lavrov Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil El cubêr ragehand ku, pilan wan derbarê vekirina balyozxaneya wan li Sûriyê tûneye.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil El Cubêr da zanîn ku, vekirina balyozxaneya wan li Şamê pêwendiya xwe bi pêşketina proseya siyasî ya wî welatî re heye. Tekez kir ku, helwesta wan li himberî Sûriyê nehatiye guhertin.

Derbarê nûavakirina Sûriyê jî Adil El Cubêr aşkere kir ku, ew pirs heta wê piştî şer li wî welatî bi dawî bibe wê dest pê bike.

Başa dön tuşu