EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li paytexta Efxanistanê êrişa xwekujî hat kirin

Li paytexta Efxanistan-Kabilê di teqîneke xwekujî de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Îro danê sibê li bajarê Kabilê yê Efxanistanê, êrişeke xwekujî li dijî konvoya hêzên hevpeyman hat encamdan.

Li gorî agahiyên BBC, di wê bûyerê de herî kêm 8 sivîl hatin kuştin û 25 sivîl û 3 serbaz jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê Necîb Daniş li ser wê bûyerê gotiye, qesta wê êrişa terorîstî konvoya hêzên hevpeyman bû ku wê gavê ji wir derba dibû.

Ew cihê ku êrişa xwekujî lê hatiye kirin, nêzîkî koşka serokomariyê û Wezareta Berevaniya Efxanistanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu