IraqNûçeRojhilatanavin

Li Bexdayê 3 teqîn: 1 jê polîs 2 kuştî û 7 birîndar

Çavkaniyeke ewlekariyê ji Alsumariayê re ragihand ku sê bombeyên bi destan çêkirî li paytextê teqiyane û di encamê de sivîlek û polîsekî jiyana xwe ji dest daye û 7 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha çavkaniyekê ragihand ku du bombeyên bi destan çêkirî li herêma Besmayê ya başûrê Bexdayê li nêzîkî dikanên bazirganiyê teqiyane û yek jî li herêma Iwêricê ya başûrê Bexdayê teqiyaye. Hêjayî gotinê ye ku gelek teqîn li paytexta Iraqê çêdibin û gelek kes di wan de tên kuştin ku Artêşa Iraqê di heman demê de operasyonên xwe li Mûsilê li dijî DAIŞê berdewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu