EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li paytextê Libyayê li Trablusê milîtanan bi çekan êrişî grûba çalakvanan ku protesto bêyî destûr li dar dixistin kir

Aktîvîstê mafên mirovî Îsan Tajurî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Li Trablusê komek milîtan bi çekan êrişî bi sedan çalakvanên ku dixwestin grûbên çekdar ji Trablusê vekişînin kir.”

Îsan Tajurî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Komek milîtan bi çekan êrişî çalakvanên ku li Meydana Şûheda ya Trablusê kom bibûn kir. Çalakvanan daxwaza yekbûna artêşa Libyayê û derxistina grûbên çekdar ji Trablusê dikir.”

Tajurî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Çalakvanan piştgiriya Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Libyayê Mareşal Halife Haftar dikir, ji bo wî sloxan diavêtin û ji Haftar daxwaz kirin ku niştecihên Trablusê ji komên çekdar biparêz e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu