AsyaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li perava Îzmîrê 115 koçberên biyanî hatin girtin

Koçberên biyanî ku di serî de ji Sûriyeyê, Flîstin, Îran û Erîtreyê hatibûn, çile, havîn yan jî şertên dijwar ên hewayê nas nakin. Tîmên Emniyeta Peravan di nava rojekê de 115 koçberên biyanî girtin. Koçberên ku tenê îmkana wan ji bo botên lastîk yên neewle hene, dixwazin derkevin rêwitiyên xeternak yên ber bi welatên Ewropayê ve.

Hêzên ewlehiyê berê di nav botek lastîk ku li ser bahrê birê ketibû desteser kir û ji nav vê botê 55 kesan girt. Tîmên ewlehiyê her wiha di lêgerînên xwe yên di nav bajêr de jî minîbûsek dan sekinandin û 20 kes ji wan zarok bigiştî 60 kesên dî beriya ku amadekariya derbasbûyîna Yewnanîstanê dikirin desteser kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu