EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Rexnegirtina Beşar Ceferî ji destwerdana welatên rojavayî

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY ji dewama hewldanên Amerîka, Birîtanîya û Fransayê jibo destwerdana li aûgurên wî welatî rexne girt.

Beşar Ceferî nunerê Sûrîyê li NY herwiha got: Amerîka, Brîtanîya û Fransa hewl didin ku ji raya giştî ya cihanê ra wiha bidin femkirinê ku li hewldana xwe ya bo pejirandina biryarnama bo pêkanîna hêza nû ya navnetewî jibo çavdêrîya ser rewşa insanî ya Helebê serkevtî bûne, li halekî ku ev kiryara derew û qelpkirina rastîyê û durûtî ye.

Ceferî heriwha got, hin nunerên Xaça Sor, Hîva Sor a Sûrîyê, NY, komele û sazîyên navnetewî û sazîyên sivîl li Sûrîyê hene lê daxwaza dewleta Şamê geşatîya van hêzana û teyarkirina wan bi alîkarîyên insandostîyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu