AsyaNûçe

Li platforma petrol a Hazarê qeza: “10 karker ketin deryayê û winda bûn”

Li Deryaya Hazarê di platforma Şirketa Petrol a Dewleta Azerbeycanê (SOCAR) de qezayek pêk hat. Di qezayê de 10 karker ketin deryayê û winda bûn.

Şirketa Petrol a Dewleta Azerbeycanê (SOCAR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di seetên berê sibehê 05.00an de ji ber dijwariya ba û bahozê yek ji platmorfa petrolê li Deryaya Hazarê ku ji 150 mtrokareyî pêk dihat hilweşiya.

Di dema qezayê de 5 kesên notirvan û 5 jê jî ku di klûbede bûn bi tevahî 10 karker ketin deryayê û winda bûn.

Li gorî daxuyaniya SOCARê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û derheqê bûyerê de wê raya giştî were agahdarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu