ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdulahîyan: Îranê bi nêrîn û helwesta xwe ya dabînkirina ewlehîya navçê û aştî û ewlehîya cehanî, li alîyê erênî yê alûgurên Rojhilata Navînê cih girtîye

Hisên Emîrebdulahîyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî îro li sêyemîn “ konfiransa navnetewî ya pergala navnetewî, alûgurên navçê û sîyaseta derve ya Komara Islamî ya Îranê“ li bajarê Têhranê herwiha got: Îranê bi nêrîn û helwesta xwe ya dabînkirina ewlehîya navçê û aştî û ewlehîya cehanî, li alîyê erênî yê alûgurên Rojhilata Navînê cih girtîye.

Wî bal kişand ser alûgurên Iraqê û got: Hin welatan ji wan Erebistanê roleke berfire li berfirekirina bêewlehîtîyê li Iraqê hene nemaze çavê Erebistanê li alûgurên têkildarî dêmokirasîyê li Iraqê bar nagire.

Wî herwiha got: Amerîka meseleya têrorîsm wekî darê destan bikar tîne ji ber ku Waşîngtonê vîyaneke cidî jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Iraq, Sûrîye û Yemenê tineye û armanca wan serdestîya li bêewlehîtîyê û birêvebirina koma têrorîst a DAIŞ`ê ye.

Emîrevdilahîyan bal kişand ser hewldana hin welatan jibo perçekirina Iraq û Sûrîyê û got: Dezgehên istixbaratê yên welatên rojavayî hewl didin bi saya koma têrorîst a DAIŞ`ê nexşeya Rojhilata Navînê û biguherînin û welatan perçe bikin.

Hisên Emîrebdulahîyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê pêkutî kir ku dîyardeya berfirebûna têrorîsmê, pekîna têrorîsmê li welatên rojavayî û pêla koçeran a ber bi welatên Ewropayê bûne sebeb ku hin sazîyên istixbaratê yên welatên rojavayî ku bi dû bikaranîna têrorîsmê wekî darê destan bûn, niha bi dû rêçareya sîyasî li navçê bigerin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu