ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê ewlehî û lêzanînên Îranê: Zêde ji 20 tîmên têrorîst di sala buhurî da hatin têkbirin

وەزیری ئیتلاعاتی ئێران: زیاتر لە 20 تاقمی تیرۆریستی ساڵی ڕابردوو تێکشکێندران

Wezîrê ewlehî û lêzanînên Îranê ragihand ku zêde ji 20 tîmên têrorîst di sala buhurî da hatin girtin û têkbirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Xwendekarên Îranê (ISNA) Mehmûd Elewî wezîrê ewlehî û lêzanînên Îranê li axavtinekê berî xutbên nimêja îniya Têhranê her wiha got: Di sala buhurî da zêde ji tîmên têrorîst ku plan jibo teqandinê û kiryarên dijî ewlehiyê darêştibûn, ji aliyê hêzên ewlehî û lêzanînê yên Îranê va hatin girtin an hatin kuştin û gellek sîleh, rext û madeyên teqandinê yên wan hatin zevtkirin.

Mehmûd Elewî bi gotina viya ku wezareta ewlehî û lêzanînên Îranê li bara her liv û tevgereke komên têrorîst haydar e, bibîr xist ku girtina çend tîmên piştevaniya ji komên têrorîst û keşifkirina navendên ku di wan da madeyên teqandinê û bombe dihatin çêkirinê, ji çalakiyên din ên wezareta ewlehî û lêzanînê bûne.

Elewî kuştina serkirde û hejmareke endamên koma têrorîst a Ensar ul Furqanê li başûra rojhilta Îranê ji pêngavên din ên hêzên wezareta ewlehî û lêzanînên Îraên di heyama slaa buhurî da zanî û got: Çavdêrî û çopandina kiryarên komên tekfîrî û meşandina ber bi riya rast a sedan ciwanên ku li ber xetera tevlîbûna nav komên têrorîst bûne û her wiha pêngavên li warê têkoşîna dijî têrorîsmê ji çaakiyên din ên hêzên wezareta ewlehî û lêzanînan a Îranê bûne.

Wezîrê ewlehî û lêzanînan ê Îranê her wiha bal kişande ser hewldanên Îranê l iasta navnetewî û got: Di encama muzakirên Îranê da çend îranî ji hepsên Amerîkayê hatin azadkirinê û taqîbata li ser çend kesan jî hat rakirin.

Elewî her wiha got: Her bankek îranî jî ji lîsta botkotan hat derxistin û 400 milyon dolar seramaya Îranê bi sûda wê va ku ser hev da milyardek û 710 milyon dolar e, bo Îranê hat zivirandin.

Wezîrê ewlehî û lêzanînan ê Îranê pêkutî kir ku ewlehiya Îranê destkevta hevdengî, hevdilî, tifaq û hevkariya nêzîk a saziyên ewlehî û serbazî û rêvebiriya siyasî bûye û tevî komployên servîsên sîxoriyê yên dijminan, Îranê sala buhurî di nava aramî ûewlehiyê da derbas kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu