IraqNûçeRojhilatanavin

Keşfkirina grûpeke terorîstî li paytexta Iraqê

Endamên grûpeke terorîstî ku dil hebûn operasyoneke terorîstî li meha Muheremê cih bînin li rojava Bexdayê paytexta Iraqê hatin girtin.

 Li gorî rapora malpera iraqî ya Sumeriye Newsê, Rêxistina  Îstixbarata eskerî ya Iraqê roja yekşemê li bara girtina endamên komeke  terorîstî li navça  El-Xezaliyê li rojava Bexdayê agahî da û ragihand ku  endamên vê komê dil hebûn welatî û dezgehên ewlehiyê li meha Muherema îsal bidin ber êrişên xwe.

Rêxistina  îstixbaratî ya eskerî ya Iraqê ragihand ku gelek çek û sîleh, bombe, cebilxane, kampiyûter û trimbêlên wan ku jibo cihanîna operasyona  terorîstî dihatin xebitandin ji destê vê grûpê hat girtin û zevtkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu