ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya serokomarê Iraqê li ser berfirehkirina pêwendiyên Îran û Iraqê

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê li hevdîtina bi Serokomarê Iraqê li ser dewama piştgiriya Îranê ji pêvajoya siyasî bi taybet hevfikirîn û hevkariya tevger û rêberên iraqî ji bo damezirandina dewleta nû pêgirî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Bexdayê, Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê li hevdîtina bi Fuad Mesûmê serokomarê Iraqê ra, her wiha bal kişande ser deweta serkomarê Iraqê ji parlementerên nû yên Parlimana Iraqê ji bo lidarxistina yekem civîna parlimanê di roja Duşemiya heftiya tê da û ev karê serokomarê Iraqê wek pêngaveka gellek girîng ji bo aramiya siyasî ya Iraqê da zanîn û di eynî demê da serketineka girîng ji bo hemî komên siyasî yên Iraqê binav kir.

Fuad Mesûm, Serokomarê Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser helwêstên erênî yên Komara Îslamî ya Îranê derbarê Iraqê û destnîşan kir: Iraq girîngiyeka taybet dide paraastin û berfirehkirina danûstandinên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê ra.

Başa dön tuşu