AborîCîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Rojnameya “Financial Times”:DAIŞ rojane yek milyon dolar ji petrolê qezenc dike

Rojnameya Financial Times ragehand ku, DAIŞ rojana nêzîkî yek milyon Dolar ji firotana petrolê bidest dixe.

Tevî ziyanên ku di dema borî de gihêştiye çekdarên DAIŞê û rûberek biqasî welatê Nemseyê ji destê DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatiye kontrolkirin, lê hîn rojane nêzîkî yek milyon Dolar ji firotana petrolê bidest dixe.

Li gor raporteke rojnameya “Financial Times” hîna çekdarên DAIŞê karînên wê hene destkefteke mezin ji firotana petrolê bidest bixe û pereyên ji wê bazirganiyê werdigire derdixe navçeyên ku derveyî destê wê de ne.

Rojname dibêje: “DAIŞ hejmareke mezin ji şareza û karker li kêlgehên petrolê yên berê hatine bombebarkirin kom dike û tevî metirsiya ji jiyanên wan, dîsa bo derxistina petrolê diçe wan kêlgehan.

Piştre DAIŞ petrolê kom dike û difiroşe û hin bazirgan dibêjin, DAIŞ rojana nêzîkî yek milyon Dolar ji firotana petrolê bidest dixe.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, DAIŞ bi riya sîstema veguhastina pereyan, pereyên xwe dişîne derve û bi buhayên wê pêwîstiyên wek (Çemento, hesin, komputer..) dikire.

Kêlgehên petrolê yên (El-Omer û El-Tenek) li Sûriyê hîn di destê DAIŞê de ne û rojana nêzîkî 25 hezar bermîl petrol berhem dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu