NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Reqayê bi sedan meytên gorên komî hat ditin

Berpirsên komîta avedankirina bajarê Reqayê li rojhilata Sûriyê li bara peydakirina bi sedan meytan li sê gorên komî li vî bajarî agahî dan.

 Bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê, meqera sereke ya koma terorîstî ya DAIŞ` ê bû ku ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê ve hatiye azadkirin.

Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê El-Neşreyê, berpirsên  komîta avedankirina bajarê Reqayê  bal kişand ser vê yekê ku li vê gora komî herî kêm hezar û 236 kes hatine derxistin û ragahndin: Hejmarek ji meytan li vî bajarî hela jî  di bin kelefeyan de mane û hin kes jî hîn nehatine  naskirin.

Operasyona  keşfkirin û edrxistina  meytan ji goên komî li Reqayê ji îsal( 2018) ve destpê bû û heya niha  bi dehan gorên komî hatine keşfkirin.

Erkantiya  propagende şerê artêşa Sûriyê jî raghand: Hêzên sûrî azadkirina  pênc gundan li parêzgeha Quneyterê li başûrê Sûriyê azad kirin.

Ev parêzgeha  ku beşek ji bilindahiyên Golanê û sînorê tev erdên dagibûyî ye, yek ji parêzgehên  herî giringe Sûriyê tê hesabê.

Ji aliyê din ve çavkaniyên  medyan li bara bihîstina dengê teqînêli derdora  nexweşxana  neteweyî ya bajarê Heseka  Sûriyê agahî dan.

Hûrgiliyên zêdetir li bara vê teqînê nehatine weşandin.

Başa dön tuşu