Berpirsên komîta avedankirina bajarê Reqayê li rojhilata Sûriyê li bara peydakirina bi sedan meytan li sê gorên komî li vî bajarî agahî dan.
Bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê, meqera sereke ya koma terorîstî ya DAIŞ` ê bû ku ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê ve hatiye azadkirin.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê El-Neşreyê, berpirsên komîta avedankirina bajarê Reqayê bal kişand ser vê yekê ku li vê gora komî herî kêm hezar û 236 kes hatine derxistin û ragahndin: Hejmarek ji meytan li vî bajarî hela jî di bin kelefeyan de mane û hin kes jî hîn nehatine naskirin.
Operasyona keşfkirin û edrxistina meytan ji goên komî li Reqayê ji îsal( 2018) ve destpê bû û heya niha bi dehan gorên komî hatine keşfkirin.
Erkantiya propagende şerê artêşa Sûriyê jî raghand: Hêzên sûrî azadkirina pênc gundan li parêzgeha Quneyterê li başûrê Sûriyê azad kirin.
Ev parêzgeha ku beşek ji bilindahiyên Golanê û sînorê tev erdên dagibûyî ye, yek ji parêzgehên herî giringe Sûriyê tê hesabê.
Ji aliyê din ve çavkaniyên medyan li bara bihîstina dengê teqînêli derdora nexweşxana neteweyî ya bajarê Heseka Sûriyê agahî dan.
Hûrgiliyên zêdetir li bara vê teqînê nehatine weşandin.