NûçeRojhilatanavinSûriye

Cejn û şahiya xelkê li kolanên Helebê

Xelkê Helebê şeva buhurî heya çend saetan li kolanên vî bajarî ji ber serketinên mezin ên artêşa Sûriyê û şikesta bi rezalet a terorîstên tekfîrî, cejn û şahî li dar xistin.

Li gorî rapoa Ajansa nûçeyan  a Tesnim`ê, welatiyên Helebê, şemiyê bi şev û bi dû ragihandina serketinên mezin ên artêşa Sûriyê  û hevgirtiyên wê li hember komên terorîst û têkçûna tekfîriyan, li taxên rojhilata bajêr, daketin kolanan.

Welatiyên helebî, bi gotina dirûşmeyên jibo piştgiriya ji Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê û artêşê, li ser piştgiya xwe ya tekûz ji dewama operasyona artêşê heya paqijkirina tam a axa Sûriyê ji terorîstên tekfîrî sekinîn.

Şeva buhurî, hin çavkaniyên nûçeyan û çavkaniyên meydanî ragihandin ku bajarê Helebê bi tamî hatiye azadkirin, bi vî halî azadkirina taxa girîng a El Şêx Seîd, bizmara dawîn li tabûta rizî ya komên tekfîrî û piştgirên wan kuta (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu