IraqNûçeRojhilatanavin

Li Reqayê gorrên bi kom hatin derxistin

Li bajarê Reqayê yê Sûriyê bi hezaran cendekên DAIŞê û termên sivîlan yên ku di şer de hatine kuştin, di gorrên bi kom de hatin derxistin.

Demek e tîmên taybet bi vekirina gorrên bi kom li bajarê Reqayê dest bi lêkolînê kirine û ta niha zêdetir ji 2 hezar û 500 term û cendek ji gorrên bi kom derxistine.

Li devera Panorama ya Reqayê, bi sedan termên çekdarên DAIŞê û qurbaniyên sivîl di dema şerê Reqayê de di gorrên bi kom de hatine veşartin. Tevahiya wan gorran nenas in û bi awayekî bilez hatine veşartin.

Rêvebirê tîma vekirina gorrên bi kom Yasir el-Xemîs got: “Ji berî 2 mehan zanyarî li ser vê gorrê ji me re hatin. Em ligel tîmeke bijîşkan hatin vê deverê, lê dever tijî mîn e. Piştî tîmên pispor mîn rakirin, di destpêka vê mehê de me dest bi vekirina gorran kir. Tê pêşbînîkirin ji hezar ta hezar û 500 term li vê gorristanê de hebin.”

Bijîşkê Zagonî Mehmûd Hajî jî dibêje: “Alav kêm in, taqîgeh jî nîne. Em li vir bi awayekî sade kar dikin, lê pêwîst e bi awayekî berferehtir û di taqîgehan de ev kar were kirin.”

Li gor agahiyên tîmê, ta nihe 2600 term ji 8 devaran ji nava taxên bajêr de hatine derxistine, ku nêzî 450 ji wan yên zarokan in.

Başa dön tuşu