NûçeRojhilatanavinSûriye
Li Reqayê heta niha 900 term ji gorên komî hatin derxistin

Hat ragihandin ku li Reqayê ji gorên komî heta niha termê 900 kesan hatine derxistin.
Komîteya Jinûveavakirina Reqayê ragihand ku li nêzî stadyûma Raşîdîn a li bajêr ji goreke komî nêzî 600 term hatine derxistin. Li gor xebatkarên wê komîteyê ji 9ê Çilê heta niha 900 term ji gorên komî hatine derxistin.