Li rojavaya Bexdayê teqîn qewimî
Çavkaniyeka agehdar li polîsê Iraqê ragihand li dû teqîna bobmeyekê ku li nêzîkî bazareka herêmî li navça El Rizwaniyê li rojavaya Bexdayê hatibû danîn, herîkêm 4 kesên sivîl birîndar bûn.
li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Sumeriye News`ê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê, cihê qewimîna teqînê xistine bin kontrola xwe û birîndaran veguhestine nexwaşxanê.
Di encama operasyona hêzên Heşda Şeibî yên li Iraqê li navçeya El Hewîce ya li başûrê rojavaya Kerkûkê li bakûra Iraqê de, heft terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Di encama êrişa şemiya buhurî ya terorîstan ser hêzên gerok yên Heşda Şebî li nêzîkî Hewîcê de, kesek hate kuştin û şeş kesên din jî birînar bûn.
Navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê ketine ber êrişên berbelav ên paşdamaiyên DAIŞ`ê û xwe li hin veşartgehan veşartine.