CîhanEwropaNûçe

Li rojhilatê bakurê Spanyayê li herêma Baskê resmên 14 hezar salî yên heywanan ên Serdema Kêvir (Paleolîtîk) hatin dîtin

Danasîna resmên heywanan ên ku li şûnwarê Errenteria di şikefta Aitzbitarteyê da hatin kewşkirin, li bajarê San Sebastianê hat kirin.

Javier Busseloyê ji koma zanyarên şikeftan ku navê wê Felix Ugarte ye, ligel arkeolog Diego Garate û Olivia Rivero daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku ji hêla teknîka xêzê va resim li girava Îberyayê yekemîn in û heta roja me gelekî baş hatine mihafezekirin.

Diego Garate diyar kir ku mirov di hudirê şikeftê da ji du qulên 8 mêtroyî derbas dibe û wisa digihîje ciyê ku qedera 15 resmên bîzon, hesp û bizin koviyan hatin dîtin. Garate herwiha bal kişand ku ji hêla teknîkê va resim li girava Îberyayê teze ne.

Zanyarê şikaftan Busselo jî wiha xeberda, “Dema ku cara ewil bi têlefona mobîl wêneyên resman ji min ra şandin, ez fikirîm ku hin kes min dixapînin. Lêbelê dema ku ez çûm û min bi çavê serê xwe dît, ez ecêbmayî mam, tiştek nehat bîra min ku bêjim. Resmên di şikeftê da li ciyekî wisa da veşartî mane ku pir zehmet e mirov bikeve wir. Resim 14 hezar sal in di hundirê ‘sarinceke taybet’ da bêyî tu guhertin, hatine parastin.”

Ji sedsala 19emîn pê va li şikefta Aitzbitarteyê xêzên beriya dîrokê hatin kewşkirin. Dîsa di 2015an da di heman şikeftê da xêzên 25 hezar salî hatibûn dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu