NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa mûşekî ya Yemenê ser meqerên kirêgirtiyn siûdî li Necranê

Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, siba pêncşemiyê du mûşekên balistîk ên xwecî yên Zelzal-1 ber bi meqerên kirêgirtiyên siûdî li Necranê li başûrê Erebistanê avêtin.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi ragahdina  vê yekê ku ev 2 mûşek tam li hedefê ketine, destnîşan kir li ku encama  vê êrişa mûşekî, hejmareke zêde ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin.

Yekîna mûşekî û komîteyên gelanî yên Yemenê Pêncşemiyê şevê jî bi mûşekeke balistîk ên xwecî ya Bedrê 1, qereqla hêzên siûdî li Necranê dan ber êrişan.

Qaweta berevaniyê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîam Siûdî roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Artêşê û komîteyên gelanî yê Yemenê her roj axa Eeebistanê bi mûşekên  balistîk didin ber êrişan ku ev kiryara  wek berteka li hember destdirêjiya hevalbendiya siûdî ser Yemenê û êrişa  ser xelkê sivîl ê vî welatî cih tê.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  va destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî destpê kirine. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu