CîhanEwropaNûçe

Li Rûsya êrîşek pêkhat; 2 polîs hatin kuştin

Li başûrê Rûsyayê bajarê Astrahanê du polîs bi êrîşeke çekdarî hatin kuştin. Hat ragehandin bûyer ji aliyê rêxistineke tund a îslamî ve hatiye pêkanîn.

Duh li bajarê St. Petersburgê li metroyekê êrîşeke terorîstî hatibû kirin û hîn şoka wê êrîşê hîn nehatî derbas kirin îro careke din êrîşek pêkhat. Hat ragehandin li başûrê Rûsyayê li bajarê Astrahan êrîşeke çekdarî li ser wesayîteke polîsan pêkhatiye.

Li gor agahiyên parêzgeriyê di wê êrîşê de du polîsan jiyana xwe ji dest daye û êrîş ji aliyê grubeke radîkal ango tund a îslamî ve pêkhatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu