ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran amade ye bizvire rewşa berî rêketinama navokî ya ligel Koma 5+1`ê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Çawan ku rêberê qedirgiran ê inqilabê emir kir, Îran ser soza xwe ye û soza xwe xirab nake lê, heke Amerîka bêsozîya xwe bigihîne astekê ku dewama cihanîna rêketinama navokî berovajî berjewendîyên netewî yên gelê Îranê be, Îran amade ye bizvire rewşa berî rêketinama navokî ya ligel Koma 5+1`ê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf şeva buhurî li bajarê Isfehanê li navenda Îranê got: Mideha du mehên buhurî da bi dû hewldan û şîyana bilind a zanyarên navokî yên Îranê, Komara Islamî ya Îranê karîye santirîfîûja herî pêşketî ya Îranê ku dema pejirandina rêketinamê da tenê fikrek bû, saz bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vê yekê ku şîyana zengînkirinê ya van santirîfîyûjana 20 qatî ya santirîfîyûjên berê ye, dîyar kir: Tivdîra rêberê giranqedir ê inqilabê û serokê Komara Islamî ya Îranê nemaze li warê enerjîya biaştî ya navokî eva ye ku rewş wisa bê pêkanîn ku heke rojekê hesta vê yekê hebe ku bi saya bêsozîya alîyê himber dewama cihanîna rêketinama navokî jibo welêt rewa nebe, Têhran bikaribe netenê bizvire rewşa berê belkî bihêztir ji berê bibe.

Zerîf herwiha got: Tevî bêsozîyên Amerîkayê, hela jî şopandin, domandin û cihanîna tam a rêketinama navokî jibo Komara Islamî ya Îranê rewa ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu