CîhanEwropaNûçe

Li Rûsyayê, hejmara kesên ku ji ber teqîna boriya gazê miribûn gihişt 37 an

Li Rûsyayê, hejmara kesên ku ji ber teqîna boriya gazê miribûn, zêde bû.

Roja 31 Kanûna 2018 li bajarê Magnîtogorsk yê Rûsyayê, di apartmeneka 10 qatî de boriya gazê teqiyabû. Di dema teqînê de 100 kes di nav avahiyê de bûn.

Hinek ji wan miribûn, hinek kes jî hatibûn rizgarkirin lê hinek jî di bin kavil de mabûn. Li gorî agahiyan, hinek ji wan kesan miribûn û cenazeyên wan hatin derxistin, ji ber wê jî hejmara miriyan gihîşt 37an.

Tê gotin ku hîn jî hinek kes di bin kavilan de mane û tê texmînkirin hejmara miriyan dîsa zêde bibe.

35 saetan piştî teqînê, zarokekî sava bi saxî hatibû rizgarkirin!

Başa dön tuşu