EwropaNûçe

Li Rûsyayê li dijî qereqolê 5 êrişên xwekujî

Hat ragihandin ku li başûrê rojavayê Rûsyayê li herêma Stavropolê li dijî qereqola polêsan 5 teqîn pêk hatin ku sê ji wan xwekujî bûn.

Ajansa Fars Newsê ragihand ku li herêma Stavropolê li nêzî Bakûrê Qefqasyayê û nêzîkî sînorê Gurcistanê 5 teqînên terorîstî pêk hatin ku eşkera bû sê ji wan êrişên xwekujî bûn.

Li Daxistana Bakurê Qefqasyayê di nava vê meha dawîn de du caran êrişên xwekujî li dijî qereqolên polîsan pêk hatin û êrişên xwekujî rêxistina terorîst a DAIŞê girtibûn ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu