ÎranNûçeRojhilatanavin

Nama nerezamendiya sekretirê erkantiya mafên mirovan a Îranê bo komîsirê bilind ê Konseya mafên mirovan

Sekretirê erkantiya mafên mirovan a Îranê li nameya xwe ji bo Reid Zêyd El-Husên komîsirê bilind ê Konseya mafên mirovan a Rêxistiya Netewên Yekgirtî nerezamendiya xwe li bara nameya vê dûmahîkê yê raportêra taybet a Kunseya mafên mirovan li bara Îranê ragihand.

Muhemed Cewad Larîcanî Sekretirê erkantiya mafên mirovan a Îranê li nameya xwe ji bo Reid Zêyd El-Husên  komîsirê bilind ê Konseya mafên mirovan a Rêxistiya Netewên Yekgirtî  destnîşan kir; Mixabin daxûyaniya vê dûmahîkê yê Esma Cîhangîr  raportêra taybet a Kunseya mafên mirovan li bara Îranê ku li Press Release`ê hate weşandin, tam şaş e.

Larîcanî li vê nameya xwe destnîşan kiriye; Eger xanima Cîhangîr kêmek însaf hebûya gere ku wê li destpêkê her tiştek li bara Îranê dinivîsî, li destpêkê radigihande dewlet û berpirsên Îranê û bersiva pirsên xwe ji karbidestên Îranê werdigirt û paşê eger hin babet hebûn ku wê bawerî tunebû, li gorî belgeyên heyî ewna biweşanda.

Li nameya Sekretirê erkantiya mafên mirovan a Îranê hatiye, bê şik raporên wiha bê belge dê derbê li hêtibara Konseya mafên mirovan a Rêxistiya Netewên Yekgirtî xîne .

Welatên rojavayî hertim mesela mafên mirovan li Îranê wekî emrazek bona pêşbirina armancên xwe behre wergirtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu