ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêspartiya komkeştiya hêza deryayiya artêşa Îranê li Oqyanûsa Etlesa Başûr

Emîr deryadar duyem seyd Umîd Gulistane fermandarê komkeştiya (komgemî, Navgirûp) 44`ê ya hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku ev komkeştî peyama aştî û dostiyê ya Îranê radigihîne welatên peravên Oqyanûsa Hindê û Etlesa Başûr.

Emîr deryadar duyem seyd Umîd Gulistane fermandarê komkeştiya (komgemî, Navgirûp) 44`an a hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê got: Li çarçova cihanîna tevdîrên fermandeyê giranqedr ê gişt hêzan û şandina peyamam aştî û dostiyê her viha xurtkirina peywendiyên nava Komara Îslamî ya Îranê digel welatên dorhêla Oqyanûsa Hindê û Oqyanûsa Etlesa Başûr, Komkeştiya 44`ê pêspartiya xwe dest pê kir.

Fermandarê komkeştiya 44`ê ya hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ev komgemî gemiya kavilker (Destroyer) a Elvendê û gemiya piştevanîker a Bûşêhrê hevrê digel helîkoptireke Ab212`ê digire ber xwe û ji derdora du mehan berî viya va pêspartiya xwe ji peravên Bender Ebasê dest pê kiriye.

Emîr deryadar duyem seyd Umîd Gulistane got: Komkeştiya 44`ê ya hêza deryaiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê piştî amadebûna li Kendava Edenê û dilniyayiya ji pêkhatina ewlehiyê ji bo komgemiyên ticarî û gemiyên niftê yên Îranê li wê deverê, riya xwe ber bi rojhilata parezemîna Afrîqayê guherand û piştî çar rojan mayîna li bendera Dar El Selamê ya welatê Tanzanyayê û hevdîtina digel berpirsên leşkerî yên vî welatî deryageriya xwe ber bi başûrê parezemîna Afrîqayê va domand.

Fermandarê Komkeştiya 44`ê ya hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê her viha got: Vê komkeştiyê piştî amadebûna li avên azad ên Oqyanûsa Etlesê tevî berçavgirtina hemî qanûn û qiranên navneteweyî dest bi geriyanê kir û li riya vegeriyanê gihîşte berndera Dorbanê ya Afrîqaya Başûr û li ciyê pêşbînîkirî raqestiya. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu