EfrîqaNûçe

Rêxistina Zêrevanê Mafên Mirovan ragihand şex Zekzakî yê berdin

Rêxistina Zêrevanê Mafên Mirovan ragihand raydarên Nîceryayê divê dawiyê bidine serkutkirin û tundî û tûjiyên li dijî şeyên vî welatî, û rêberê vê grûpê berdin.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, malpera Rêxistina Zêrevanê Mafên Mirovan li Niyoyorkê roja çarşemê bi daxûyaniyekê ragihand serkutkirina şîeyên Nîceryayê li Îlona 2015`an pir bi şîdet bûye û şêx Îbrahîm Zekzekî sekreterê giştî yê tevgera Îslamî ya Nîceryayê û hevjîna wî bêyî mehkemekirin di hewsê de ne.

Rêxistina Zêrevanê Mafên Mirovan her wiha ragihand rayedarên Nîceryayê divê kesên ku li dijî endamên tevgera Îslamî cinayet kirine meheke bikin.

Rêxistina Zêrevanê Mafên Mirovan pêştir ragihandibû ku ev kuştinan nerewa ne û daxwaza hilkolandina  bêalî û serbixwe  ya vê meselê kir.

Misilmanên Nîceryayê jî xwestin ku rêberê tevgera Îslamî ya vî welatî destxwe were azadkirin.

Artêşa Nîceryayê Kanûna 2015an  êriş kire ser bajarê Zaryayê li bakurê  Kadonayê ku li encama wê hejmareke zêde  ji misilamnên  vî welatî şehîd ketin an birîndar bûn û rêberê tevgera  Îslamî ya Nîceryayê û hevjîna wî hatin girtin û ketin hewsê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu