balefirên cengê yên siûdî îro înê navça Alê Şêx li parêzgeha Sedê li bakurê Yemenê û navça El-Zebabê li parêzgeha Tezê li başûrê Yemenê dan ber êrişan ku hîn li bara xisarên wê yên muhtemel tiştek nehatiye ragihandin.
Balefirên artêşa Erebistanê her wiha navçên sînorî yên Yemenê bombebaran kirin.
Hêzên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê jî li bersiva êrişên siûdiyan,navendên eskerî yên artêşa Erebistanê li Cîzanê li başûrê vî welatî bi topxanên xwe dan ber êrişan.
Hêzên yemenî her wiha îro bi dehan kirêgirtiyên siûdî li navçên curbicure Yemenê kuştin û çend navendên eskerî li nav axa Erebistanê xistin bin kontrola wxe .
Erebistan ji Adara 2015`an êrişa eskerî ser Yemenê jibo vegerandina Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî bo ser desthilatê destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)