IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Emê destê yên destdirêjiyê li hêzên Iraqî û Heşdî Şabî bikin jêkin

Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî piştgiriya xwe ya bo hêzên Heşdî Şabî diyar kir û got, ‘Em ê destên wan kesên destdirêjiyê li hêzên ewlekariya Iraqê û Heşdî Şabî bikin jêkin.’

Li gor nûçeya ajansa Iraqî Aînê Ebadî di gotara xwe ya salvegera kuştina Mummed Bakir el Hekîm ê şîa de, daxwaz kir ku piştgiriyeke xurt bidin hêzên fermî yên ewlekariya Iraqê û hêzên Heşdî Şabî.

Ebadî di gotara xwe de destnîşan kir, pêwîst e li hemberî derdorên dixwazin Heşdî Şabî xerab nîşan bidin re têkoşîn bê kirin û got, ‘Em ê destên wan kesên destdirêjiyê li hêzên ewlekariya Iraqê û Heşdî Şabî bikin jêkin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu