IraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih pêşwazî li Sendîkeya rojnamevanan ya Êraqê kir

Serokkomar Dr. Berhem Salih pêşwazî li Sendîkeya rojnamevanan ya Êraqê kir.

Îro roja sêşemê 9-10-2018`an li bajarê Bexdasdê di koşka Selamê ya serokkomarê Êraqê, serokkomar Dr. Berhem Salih pêşwazî kir li şandeya Sendîkeya Rojnamevanan ya Êraqê bi serokatiya sekreterê Sendîkeyayê Mueyed Elamî kir.

Şandeya Sendîkaeya Rojnamevanên Êraqê ji bo pîrozbahiya li serokkomar serdana serokkomar Dr. Berhem kirin û germtirîn pîrozbahuiyên xwe pêşkêş kirin û bi navê rojnamevanan serkevtin û serfirazî ji serokkomar re xwestin.

Ji aliyê xwe ve jî serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salioh jî bixêrhatineke gerim ji wan re kirû rola ragihandinê di saya guhertinên li Êraqê pir girîng nirxand.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, serokkomar amje bi wê yekê kir ku Êraq derfeteke mezin li pêşî de heye ta ko serkevtinên mezin tomar bike û ew nakokiyên ku hene ji holê rakirin û piştgiriya ragiahdinê jî wê bibe derfeteke mezin ji bo derbasbûna Êraqê ji aloziya ku niha tê de ye.

Başa dön tuşu