IraqNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya gelê Iraqê ji hêzên çekdar ên vî welatî

Gelê Iraqê bi kombûna li meydana Tehrîr a Bexdayê, piştgiriya xwe ji hêzên çekdar û hêzên amadebaşiya gelanî li warê têkoşîna dijî têrorîstên DAIŞ`ê ragihandin.

Li gorî rapora televîzyona el-Iraqiyê, çîn û qatên curbicur ên gelê Iraqê li vê xwepêşandanê bi durişman piştgirî dan hêzên çekdar û gelanî yên pişkdarê şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê.

Hin xwepêşanderan ragihandin ku ew dê piştgiriya aştiyane ji hêzên çekdar ên welêt bidomînin ji ber ku gel jî beşek ji hêzên welêt li warê sekinîna li hemberî têrorîsmê tên hesêb.

Di rewşekê da ku hêzên çekdar û gelanî yên iraqî li halê şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê ne, xwepêşandana biaştî ya gelê Iraqê li meydana Tehrîrê ya Bexdayê, peyameke qahîm a bereya navxweyî ya vî welatî ya dewama piştgiriya giştî ji hêzên ewlehiya welêt tê hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu