EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Senegalê helîkoptereka leşkerî ket: 6 mirî

Li welatê Senegalê li gundê Missirahê helîkoptereka leşkerî ku 20 kes tê de bûn, ket û 6 kes mirin. 14 kesên din yên di helîkopterê de birîndar bûn.

Fermandarê beşa pêwendiyên bi xelkê re ya artêşa Senegalê (DİRPA) Albay Alioune Ndiaye, beyan da radyoyeka herêmê û tê de ragihand ku di helîkopterê de 4 wezîfedar û 16 rêwî hebûne. Helîkopter li bajarê rojavayê welat li bajarê Touba Kuta, li gundê Missirah ketiye.

Di bûyerê de 14 kes birîndar bûne û wan birine nexweşxaneyên nêz da tedawiya wan bêkirin.

Ajansa fermî ya Senegalê jî ragihand ku helikopter ketiye sehayeka ritamê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu