IraqNûçeRojhilatanavin

Şerê navbera artêşa Iraqê û DAIŞ`ê li kolanên rojhilata Mûsilê

Çavkaniyên eskerî li Iraqê ragihandin ku navbera artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata bajarê Mûsilê li kolana şer derketiye û endamên DAIŞ`ê li ber xwe dane.

 Li mêhwera rojhilata Mûsilê, pevçûna navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`ê li hin deverên rojhilat û bakurê rojhilatê didome û endamên DAIŞ`ê li hember hêzên iraqî li ber xwe dane.

Çavkaniyên eskerî li rojhilata Mûsilê ragihandin pevçûnên giran ên topaxaneyî navbera hêzên iraqî û DAIŞ`ê berdewam dike û li deverên El-Berîd, El-Mesarif, El-Zihûr û El-Exayê pevçûn û li kolnan şer derketiye û ev pevçûna piştî pêşdeçûnên hêzên iraqî ber bi van taxana qewimîne û ew  rastî berxwedana  giran a hêzên DAIŞê rûbirû bûne ku gelek trimbêlên xwe yên bombekirî anîne meydanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu