NûçeFilistînRojhilatanavin
Li Şerîeya Rojava 8 Filistînî hatin binçavkirin
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2022/11/filistin-2.jpg)
Li gorî nûçeya Shahap Newsê, hêzên Rejîma Siyonîst îro serê sibê êrîşî deverên cuda yên Kenara Rojava kirin.
Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku di serdegirtinê de 8 filistînî ji aliyê hêzên siyonîst ve hatin binçavkirin.
Her wiha hate gotin ku hêzên dagirker êrîşî bajarê Nablûsê yê dagirkirî kirine.
Piştî êrîşê di navbera hêzên Filistînî û hêzên dagirker de pevçûn derket. Di pevçûnan de Filistînîyek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.