AborîEfrîqaEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pişkdarîya Îranê li projên niftê yên Ewropa û Afrîqayê

Rêvebirê şîrketa teisîsên deryayî ya Îranê ragihand ku plana wan heye ku li projên niftê yên deryayî li parzemînên Ewropa û Afrîqayê pişkdar bin.

Ebulqasim Rehmanî rêvebirê şîrketa sazkirina teisîsên deryîyî ya Îranê îro li gotûbêja ligel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê li bara pişkdarî û hevkarîya ligel şîrketên bîyanî herwiha got: Alav û tecrubên şîrketên îranî li projê niftê yên deryayî û dûrî perravan li navçê bêhempa ne û imkana eguhestina van xizmetana jibo welatên din heye.

Ebulqasim Rehmanî bal kişand ser lihevkirina bi şîrketa holandî ra jibo sûdwergirtina ji alavên hevpar û got: Şîrketa muhendisî û sazkirina teisîsên deryayî ya Îranê bi hin şîrketên navnetewî ra li bara cihanîna hin projeyan li deryaya Reş (Ewropa) û Nîcêrîyê (Afrîqayê) muzakire pêk anîne.

Rehmanî bibîr xist ku proja danîna borîya veguhestina gazê li Ewropayê û danîna borîyeke 500 kîlomêtrî ya veguhstina niftê li Nîcêrîyê ji wan projan in ku şîrketa avakirina teisîsên deryayî ya Îranê li halê derbaskirina qonaxên dawîyê yên muzakireyên têkildarî wan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu