AborîAsyaMafên MirovanNûçe

Li Şêrwanê 142 karker ji kar hatin derxistin

Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê 142 karkerên Kana Koma Cinerê ji kar hatin dûrxistin. Hejmara kesên ku ji kar hatin derxistin gîhişt 342yan.

Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê 142 karkerên ku li Kana Madenê ya Koma Cinerê ku di 17 Mijdarê de hezan pêk hatibû û 16 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, dixebitîn ji kar hatin dûrxistin.

4 firmayên taşeron ên berê ji 200 karker ji kar dûr xistibûn. Her wiha hejmara karkerên ku ji kar hatin derxistin gîhişt 342yan. Hatibû zanîn ku dê 460 karker ji kar werin derxistin û li şûna wan dê karkeran ji Çînê bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu