IraqNûçeRojhilatanavin

Li Silêmaniyê di kargehekê de teqîn: 100 kes birîndar bûn

Li nahiyeya Bazyan a Silêmaniyê di kargeha hesin de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de nêzîkî 100 kesan ji ber gazê jehrî bûne.

Li nahiyeya Bazyan a bajarê Silêmaniyê saet di 08.30 deqîqeyan de, di kargeheke hesin de teqîn pêk hat. Li gorî zanyariyên pêşî di encama teqînê de nêzîkî 100 karker ji ber xaza kilor jehrî bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Çapemeniya Iraqê dide xuyakirin ku kesên birîndar bûne bêhtir biyanî ne û hejmareke zêde ji wan Hindî ne. Kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Silêmaniyê ku rewşa 4 kesan giran e. Heta niha derbarê sedema teqînê de ti daxuyanî nehatiye dayin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu