NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Şingalê gorreke komî hat dîtin

Berpirsê gorrên komî li devera Şingalê, Seidûn Heskanî gotiye, gorreke din ya komî li Şingalê hat dîtin ku termê 4 kesan tê de ye.

Heskanî nasnameya yek ji wan kesan eşkere kiriye û gotiye, yek ji wan kesên ku di wê gorrê de ne kurdekî êzîdî ye û xelkê gundê Til Benatê ye.

Li gorî agahiyên wî berpirsê êzîdî, heta niha 35 gorrên komî li devera Şingalê hatine dîtin ku 34 ji wan gorrên êzîdiyan û yek jî ya kurdên şîe ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu