CîhanEwropaNûçe

Li Sîngapurê parvekirina xeberên derew êdî sûc e

Li Sîngapura welatê Asyaya Başûrê Rojhilat qanûna dibêje li ser înternet û medyaya civakî parvekirina xeberên derewîn sûc e hat qebûlkirin.

Li gor xebera li ser malpera Channel News Asiaya televizyona Sîngapurê hat weşandin, Meclisa Qanûndanînê duh kom bû û Qanûna Manîpulasyon û Derewên Onlîne qebûl kir. Li gor qanûnê, ji bo manîpulasyonê parvekirina xeberên derewîn sûc e û raye dan hikûmetê ku bikaribe van tiştên derew bloke bike.

Meclisê ligel 9 rayên “na”yê bi 72 rayên “erê” va qanûn qebûl kir, li gor qanûnê ew ê li kesên xeberên derewîn parve dikin hetanî 10 salan cezayê hebsê bibirin.

Mixalefet û rêxistinên civaka sivîl dibêjin biryara tesbîtkirina derewbûn û rastbûna navenrokê bi destê hikûmetê berdane ji ber vê jî qanûnê rexne dikin.

Başa dön tuşu