EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li sînorê Hindîstan û Pakistanê şer; 2 kes hatin kuştin

Di navbera Hindîstan û Pakistanê de li sînorê Keşmîrê leşkerên hindî gule berdan û 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Ji berdevkê artêşa Pakistanê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, leşkerên hindî ji aliyê din ê sînor li xeta Jandrot û Hotspringê re gule berdane.

Herwaha daxuyaniyê de hate gotin, di encama gule berdana leşkerên hindî de 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 3 kes jî birîndar bûne û artêşa Pakistanê jî li hember gule berdana leşkerên hindî bersiv bi guleyan dane.

Derbarê bûyerê de wezareta karên derve ya Pakistanê, balyozê Îslamabadê Gautam Bambawale vexwande wezaretê û ji ber mirina sivîlan hişyariya şermizariyê ji balyoz re dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu