Li navçeya Sinûnê ya Şingalê gelek gorrên bi kom hatine dîtin û di wan gorran de 67 termên kurdên êzîdî hatine derxistin.
Rêveberê nahiya Sinûnê ya Şingalê, Nayîf Seydo got, di encama lêgerîn û lêkolînan de 7 gorrên bi kom li Sinûnê hatine dîtin.
Nayîf Seydo da zanîn, di wan gorran de 67 pirûskên welatiyên êzîdî hatine derxistin û li mezargeha Şerfedîn hatine veşartin.
Seydo anî ziman ku di gorrekê de 36, di gorreka din de 27 û yên din jî di gorrên de hatine dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)